Hezîran 06, 2022 17:02 Asia/Tehran
  • Amirî: Bila Tirkiyê rêzê li serweriya Iraqê bigire û qanûnên navneteweyî bişopîne

Serokê Hevpeymaniya Parlimanî ya Fethê ya Iraqê daxwaza anîna zextê li ser Tirkiyê ji bo çareserkirina qeyrana avê li Iraqê kir.

Hadî Amirî, Serokê Hevpeymaniya Parlimanî ya Fethê ya Iraqê asêbûna siyasî ya niha li welatê xwe tiştekî xwezayî da zanîn û daxwaza anîna zextê li ser Tirkiyê ji bo çareserkirina qeyrana avê kir.

Hadî Amirî di axaftinekê di gel nûnerên fraksiyona Bedirê da got: Pirsgirêkên siyasî yên niha ji ber desthilatdariya demdirêj a dîktatoriya rejîma berê ye û ji ber vê yekê asêbûna siyasî tiştekî xwezayî ye.


Amirî her wiha got: Iraq di warê cotkariyê da paşda maye û kêşeya kêmbûna avê heye. Wî daxwaza zexta li ser Tirkiyê ji bo çareserkirina qeyrana avê kir û tekez kir ku Iraq divê pişka xwe ji ava çemên navçeyê daxwaz bike.


Amirî ji Tirkiyê xwest ku rêzê li serweriya Iraqê bigire û qanûnên navneteweyî bişopîne.
 

Serepeyv