Hezîran 06, 2022 13:13 Asia/Tehran
  • Berhem Salih: Têkoşîna dijî guherîna kewşûhewa yekemayeta neetweyî ye

Serokkomarê Iraqê got: Têkoşîna dijî guherîna rewşa hewa yekemayeteke neteweyî ye û xortên iraqî pişk û pareke girîng di parastina jîngehê da hene.

Li gorî Shafaghnayê ji zarê El-Sebahê, Di daxuyaniya ofîsa serokkomartiya Iraqê da hatiye, Berhem Salih di axaftinekê da li Koşka Selam a Bexdayê da ku bi boneya Roja Cîhanî ya Jîngehê û bi hebûna wezîrê Jîngehê, nûnerên NY, UNESCO û rêxistinên medenî yên Iraqê hat lidarxistin, tekez kir ku têkoşîna dijî guherîna rewşa hewa divê bibe yekemayeteke neteweyî li Iraqê; Ji ber ku gefek li dijî pêşeroja welêt wek wlatekî berziyan li hemberî xeterên ji ber guherînên keşûhewa ye.


Wî di dewamê da got: Roja îro gelheya Iraqê zêdetir 41 miliyo kesî ye û di 10 salên bê da dê bigihêje 52 miliyon kesî û di sala 2050î da bigihêje 80 miliyon kesî. Hevrê di gel vê zêdebûnê dê daxwaza ji bo avê zêdetir bibe, di halekî da ku sedî 39 ji axa welatê me dibe biyaban û ziha dibe.


Hêjayî gotinê ye, projeyên bendavçêkirinê yên Tirkiyê li ser Çemê Dijle û Firatê û kêmbûna derçûna ava van bendavan ber bi Sûriye û Iraqê ji hokarên sereke yên bêavî, hişkesal û rabûna bahoza tozê li navçeyê û bi taybet li Iraqê ye.

Serepeyv