Hevpeymaniya Fethê derbarê derengketina damezirandina dewleta Iraqê hişyarî da
Endamekî Hevpeymaniya Fethê ya Iraqê derbarê dewama derengiya di damezirandina dewletê û dûhatên wê hişyarî da.
Li gorî rapora Fars Newsê, Mehmûd Heyanî, Hevpeymaniya Fethê ya Iraqê roja Şemiyê got ku dewama derengiya di damezirandina dewletê dê bandor li aboriya welêt bike.
Wî got: Ji ber vê yekê lezandina pêvajoya bidawîanîna asûbûna siyasî pêwîst e.
Endamê Hevpeymaniya Fethê ya Iraqê her wiha got: Damezirandina dewleta pirranî dijwar e, ji ber ku pêvajoya siyasî li gorî lihevkirinê hatiye avakirin û qanûna bingehîn jî hevparbûn diyar kiriye û di encamê da di rewşa niha da axaftina derbarê dewleta pirranî dijwar e.
Heyanî got: Tiştê ku em dixwazin ev e ku tayînkirina serokwezîrê mafê komên şîe pêkhatî ji Tevgera Sedir, Çarçoveya Hevahengiyê û kesên serbixwe ye; Hema wisa ku komên din jî mafê xwe yê bijartina serokkomarê heye.