Hezîran 02, 2022 23:45 Asia/Tehran
  • Êrîşên balafirên bê mirov û roketan li ser baregeheke leşkerî ya Tirkiyê li bakurê Iraqê

Baregeha “Zêlîkan” ku baregeha artêşa Tirkiyê li bajarê Mûsilê yê Iraqê ye, bû armanca firokeyên bê firokevan û rokêtan.

Li gor nûçeya Saberin News; Êrîş bi gelek balafirên bêpîlot û roketan hatin kirin.

Di derbarê kuştî û birîndarên van êrîşan de agahiyên zêdetir nehatine belavkirin.

Yekem vê mehê baregeha Zelîkan ji aliyê firokên bê firokevan ve hatibû armanckirin. Di wê êrişê de zêdetirî 4 firokeyên bê firokevan êrişî baregeha artêşa Tirkiyê ya li Başîqayê kirin.

Berdevkê leşkerî yê Ehrar Şengalê Derman Tawûs Melek  jî derbarê operasyonê de wiha got: "Me hişyarî da dagirkeriya Tirkiyê derbarê encamên êrîşên dubare yên li ser xaka Iraqê û bajar û deverên ewledar ên wê û operasyona me ya li hember êrişên vê dawiyê yên li ser navçeyên Kerkûk û Duhokê pêk hat."

Serepeyv