Hezîran 02, 2022 17:28 Asia/Tehran
  • HSD 50 terorîstên DAIŞê radestî Iraqê kirin

Şaneya Ragihandinê ya Ewlehiya Iraqê diyar kir, 50 endamên rêxistina terorîst a DAIŞê ji aliyê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) ve radestî Fermandariya Operasyonên Hevbeş a Iraqê hatin kirin.

Şaneya Ragihandinê ya Ewlehiya Iraqê diyar kir, 50 çekdarên DAIŞê ji aliyê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) ve radestî Fermandariya Operasyonên Hevbeş a Iraqê hatin kirin.

Di daxuyaniyê de hat eşkerekirin, ji deriyê sînorî yê Rebîe ve terorîstên DAIŞê yên desteserkirî hatin wergirtin, ku hemû xelkê Iraqê ne, piştî wergirtina wan, ji bo lêkolîn û mikurhatinê radestî Dezgeha Îstixbaratê ya Federak a ser bi Wezareta Navxwe ya Iraqê hatin kirin.

Par jî ji aliyê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) ve nêzîkî 100 terorîstên DAIŞê radestî hikûmeta Iraqê hatibûn kirin.

Çavkaniyekî serbazî eşkere kiriye, hîn nêzîkî 3 hezar û 500 terorîstên DAIŞê yên desteserkirî ku ji Iraqê ne hîn li girtîgehên di bin kontrola HSDê da ne.

Serepeyv