May 30, 2022 14:51 Asia/Tehran
  • Rayedarekî iraqî: Amerîka berbenda sereke ser rêya têkoşîna dijî terorîstan e

Fermandarê Operasiyona Bexdayê ya Heşda Şeibiya Iraqê hebûna leşkerî ya Amerîkayê wek berbenda herî sereke li ser rêya pêkanîna ewlehiyê li rojavayê Iraqê û sînorên Sûriyê da zanîn.

Li gorî rapora roja Duşemiyê ya Melûmeyê, Ebas Zeydî, Fermandarê Operasiyona Bexdayê ya Heşda Şeibiya Iraqê got: Amerîkayê cihên hêzên ewlehiyê yên Iraqê nas kirine û bi bikaranîna helîkopterên leşkerî terorîstan ji bo pêkanîna operasiyonên çekdariyê bo navçeyên cûr bi cûr vediguhezîne.

Fermandarê Operasiyona Bexdayê ya Heşda Şeibiya Iraqê tekez kir: Terorîstan di operasiyonên vê dawiyê da bala xwe dane ser rojavayê Iraqê heta sînorên Sûriyê û piştî wê parêzgehên Selahedîn û Diyaleyê û li gorî berfirehbûna navçeyên bicihbûna wan, şopandin û operasiyona li dijî wan dijwar e.

Wî got: Terorîstên DAIŞê şêwaza cenga partîzanî li operasiyonên xwe ji bo êrîşa ser baregehên artêşa Iraqê bi kar tînin û ji ber ku li navçeyeke bi berfirehiya çend hezar kîlomitrên çarkunc belav bûne, serdestiya li ser wan dijwar e.

Çavkaniyên ewlehiyê yên Iraqê di rojên dawî da qala tevgerên kêmdîtî yên leşkerên amerîkî li axa Iraqê bi taybet li baregeha leşkerî ya Eynul Esedê li rojavayê parêzgeha Enbarê kiriye.

 

Serepeyv