May 24, 2022 12:09 Asia/Tehran
  • Êrîşa mûşekî li ser baregeha leşkerî ya Amerîkayê li Iraqê

Çavkaniyên iraqî qala êrîşa mûşekî li ser baaregeha leşkerî ya Vîktoriyayê, cihê leşkerên amerîkî li nêzikî balefirgeha navneteweyî ya Bexdayê kir.

Li gorî rapora kanala Saberin Newsê, Berbanga roja Sêşemiyê dengê çend teqînan li baregeha leşkerî ya Vîktoriyayê, cihê mayîna hêzên amerîkî yên dagirker li nêzikî balefirgeha navneteweyî ya Bexdayê hat bihîstin û zengila hişyariyê hat lêdan.

Li gorî vê raporê, dengê ajîra ambûlansê li nav baregehê hat bihîstin û helîkopter li ser vê baregehê firrîn.

Hin çavkaniyan jî ji zarê rayedarên iraqî ragihand ku êrîşa baregeha Vîktoriyayê bi dronekê pêk hatiye.

Vîktoriya li nêzikî balefirgeha navneteweyî ya Bexdayê ji baregehên asimanî yên girîng ên Amerîkayê li Iraqê ye û banda daketina cûreyên balefiran tê da heye.

 

Serepeyv