May 22, 2022 23:20 Asia/Tehran
  • Di êrîşa bombeyî ya li Iraqê de 3 çeteyên DAIŞ’ê hatin kuştin

Di encama êrişa balafirên şer ên artêşa Iraqê bo ser bargehên DAIŞê li bakurê vî welatî, 3 terorîstên DAIŞê hatin kuştin.

Li gorî rapora IRNA`yê, balafirên şer ên artêşa Iraqê roja yekşemiyê bargehên endamên terorîst ên DAIŞ`ê li parêzgeha Selahedîn li bakûra Bexdayê bombebaran kirin û di encamê de 3 terorîst hatin kuştin.

Li gorî rapora Koma Medyaya Ewlehiyê ya Iraqê, hêzên ewlehiyê yên di bin çavdêriya Fermandariya Operasyonên Hevbeş de, li dewama jinavbirin û şopandina endamên koma têrorîst a DAIŞê, bargehên wan li parêzgeha Selahedîn nas kirin û balafirên şer jî di du qonaxan de cih wan li bakurê Gola El-Tharthar bombebaran kirin.

Ev duyemîn operasyona esmanî ya firokeyên şer ên artêşa Iraqê ye di sê rojên borî de li dijî cih û şanên terorîstên DAIŞê ye.

Pêncşema borî, firokeyên Îraqî çeperên DAIŞê li devera El-Termiya li bakurê Bexdayê, paytext kirin armanc.

Serepeyv