Pêleke din a tozbarînê Iraq û Herêma Kurdistanê digire ber xwe
May 22, 2022 23:09 Asia/Tehran
Serokwezîrê Iraqê ji ber hewaya xirab (bahoza tozê) sibê Duşanbe betlane ragihand.
Li gorî rapora IRNA`yê, Ofîsa serokwezîrê Iraqê roja yekşemiyê li daxûyaniyekê ragihand ku sibê Duşemî (23.05.2022) saziyên fermî yên Iraqê ji bilî nexweşxane, navendên tenduristî, ewlehî û xizmetguzariyê ji ber xirabiya hewayê û pêla nû bahozên dijwar ên tozê li deverên cuda yên Iraqê hatine girtin.
Pêla nû ya tozê ku tê gotin ji yên berê bihêztir e û dibe çend roj bidome, bûye sedema dilgiraniya xelkê Iraqê.
Iraq di van mehên dawî de rastî pêleke bêmînak a bahoza tozê hat û bi hezaran kes ji ber nefesê û mirina hejmarekê rakirin nexweşxanê.