Iraqê li hember şêwaza bikaranîna navê Rêjîma Siyonîst di daxûyaniya Yekitiya Parlementerên Erebî de nerazîbûn nîşan da
Serokê Meclisa Erebî li hember şêwaza bikaranîna navê Rêjîma Siyonîst li daxûyaniya dawî ya civîna Yekîtiya Parlemaniya Erebî nerazîbûn nîşan da û daxwaza guhertina wê kir.
Li gorî rapora ajansa nûçan a Waa`yê ya Iraqê, serokê parlemana vî welatî Mihemed Helbûsî li civîna awarte ya Yekitiya Parlemaniya Erebî li bara rewşa Qudsê ya li Qahîrê roja şemiyê li daxûyaniya xwe ya dawiyê de gotina "Welatê Îsraîlê" protesto kir û diyar kir ku divê dewsa wê "Rejîma Îsraîlê ya dagirker" bê bikaranîn.
Helbûsî her wiha bal kişand ser îradeya meclisa Iraqê ji bo kemilandina plana qedexekirina asayîkirina peywendiyan bi Rêjîma Siyonîst re.
Ji aliyê din ve lijneya qanûnî ya meclisa Iraqê heftiya buhurî ji bo pêdaçûna qanûna qedexekirina asayîbûnê û danîna peywendiyan bi Rêjîma Siyonîst re civînek li dar xist.
Teşkîlata medyayê ya parlemana Iraqê ragihand ku endamên lijneya yasayî ya parlemana Iraqê tekezî li ser wê yekê kirin ku pêwîst e hewl bê dayîn ji bo derxistina yasayên giring bi taybetî yên ku rasterast bandorê li rewşa welatiyan dikin.
Yek ji xalên herî girîng ên vê qanûnê sûcdarkirina her hevkariyeke siyasî, ewlehî, aborî, teknîkî, çandî, werzişî û zanistî bi Rejîma Siyonîstî re di bin her sernavê de ye.
Fraksiyona Sedir a bi serokatiya Muqteda Sedir pêştir ragihandibû ku Hevpeymaniya Rizgariya Nîştimanî pêşniyarek ji bo sûcdarkirina asayîkirina peywendiyan an jî danûstandina bi Rejîma Siyonîst re pêşkêşî meclisê kiriye.
Di vê navberê de çavkaniyên agehdar li meclisa Iraqê ragihandin ku komîteya ku ji bo amadekirina yasaya sûcdarkirina asayîkirina peywendiyan bi Rejîma Siyonîst re hatibû erkdarkirin, karê amadekirina vê qanûnê bi dawî kiriye.