May 22, 2022 09:15 Asia/Tehran
  • Iraq dê di nav çend rojan de deynê gaza Îranê bide

Wezîrê Elektrîkê yê Iraqê duh ragihand, Bexda dê heta dawiya vê mehê deynên xwe yên gazê bide Îranê.

Wezîrê Elektrîkê yê Iraqê vê dawiyê serdana Îranê kiribû û bi Cewad Ocî Wezîrê Petrolê yê Komara Îslamî ya Îranê re li ser destpêkirina hinartina gaza Îranê bo Iraqê li hev kiribû.

Berdevkê Wezareta Elektrîkê ya Iraqê Ehmed Mûsa ragihand, rêjeya tam ya deynê elektrîkê yê Îranê ji Îranê re 1,642 milyar dolar e.

Berdevkê Wezareta Elektrîkê ya Iraqê ragihand ku deynên salên 2020 û 2021ê bi tevahî ji Îranê re hatiye dayîn.

Li gorî ajansa fermî ya Iraqê (WAA) Wezîrê Elektrîkê yê Iraqê Adil Kerîm roja Şemiyê li Kerbelayê got: "Me ligel Wezîrê Petrolê yê Îranê li hev kiriye ku deynên wan beriya dawiya vê mehê were dayîn."

Wezîrê elektirîkê yê Iraqê got, ji ber tedbîrên ku hatine girtin û çaksaziyên ku me li gel rêveberên giştî yên şîrketan kirine, havîna îsal dê ji havîna par baştir bibe.

Serepeyv