Iraqê bi fermî li dijî Tirkiyê li Konseya Ewlehiyê gilî kir
May 18, 2022 16:08 Asia/Tehran
Nûnerê Iraqê li NY giliya fermî li dijî Tirkiyê raberî Konseya Ewlehiyê kir û ji hemû hêzên Tirkiyê xwest ku ji axa Iraqê derkevin.
Li gorî rapora roja Çarşemiyê ya Rûdawê, Muhemed Husên Behrul Ulûm, Nûnerê Iraqê li NY di civîna Konseya Ewlehiyê da got: Ji niha û pê va êrîşên PKKyê nikarin behaneyek ji bo mayîna hêzên Tirkiyê li axa Iraqê be.
Nûnerê Iraqê li NY tevî sipasiya ji Konseya Ewlehiyê ji ber hevgirtin û piştgiriya berdewam ji Iraqê li hemberî xetera terorîsmê, got: Hêzên iraqî di meha Nîsanê da êrîşeke berfireh ji bo şopandina koma terorîst a DAIŞê dest pê kir.