May 17, 2022 12:52 Asia/Tehran
  • Li Iraqê ji ber bahoza toz û qûmê bi hezaran kes rakirin nexweşxanan

Bahoza toz û qûmê ya din ku li Iraqê rabû, bi hezaran kes ji ber pirsgirêkên nefesê şandin nexweşxanan.

Li gorî rapora malpera El Monitor`ê, Seyf El-Bedir berdevkê wezareta tendirustiya Iraqê roja sêşemê ragihand ku herî kêm 4 hezar kes ji ber pirsgirêkên nefesê rakirine nexweşxanan.

Ev heştemîn bahoza toz û qûmê ye ku ji nîvê Nîsanê ve li Iraqê radibe. Bahozên hanê ji ber eroziya axê, ziwabûna dijwar û barana kêm û guherîna avhewayê ve û ji aliyê din ve ji ber kêmbûna ava çemên Dîcle û Firatê di encama çêkirina bendavên zav ser çavkaniyên van çeman ji aliyê Tirkiyê ve radibin. Herî dawî di destpêka vê mehê de bahoza qûmê bûsedema mirina kesek û ji aliyê din ve bû sedem ku zêdetirî 5,000 kesên din ji ber pirsgirêkên nefesê rakirin nexweşxanan.

Çavkaniyên nûçeyan roja Duşemê ragihandin ku ewrek tarî ji tozê bajarê Bexdayê û gelek bajarên din ji wan bajarê pîroz ê şîeyan Necef û Silêmanî li Kurdistana Iraqê girtiye ber xwe. Qûma zer û porteqalî banê avahî û otomobîlan girtiye û ketiye nava malan. Ji ber vê bahozê balafirgehaha Silêmaniyê jî hatiye girtin.

Berpirsên heft parêzgeh ji 18 parêzgehên Iraqê, di nav wan de Bexdayê, ferman dane ku ofîsên hikûmetê werin girtin, lê navendên tenduristiyê ji bo alîkariya kesên di metirsiyê de ne, di nav de kal û pîr û kesên ku bi nexweşiya girêdayî nefes û dil ketine, vekirî bibin.

Serepeyv