May 16, 2022 20:46 Asia/Tehran
  •  Sozdariya komên şîe li Iraqê derheqê nasandina berendamekî bêalî ji bo damezirandina dewletê

Komîteya Hevahengiya Kom û Partiyên Şîe yên Iraqê ragihand ku sozdarê danasîna berendamekî bêalî ji bo damezirandina dewletê ye.

Komîteya Hevahengiya Kom û Partiyên Şîe yên Iraqê bi daxuyaniyekê tevî amajeya bi plana nûnerên serbixwe ji bo derketina ji qeyrana siyasî ya Iraqê ragihand: Me encamên civîna nûnerên serbixwe ku hevaheng di gel hewildanên me ji bo raberkirina rêkara rasteqîn ji bo derketina ji qeyrana siyasî ye, şopand.

Komîteya Hevahengiya Kom û Partiyên Şîe yên Iraqê her wiha ji tevahiya planên pratîkî ku ji aliyê nûnerên serbixwe va hatine raberkirin û gelekî nlêzikî babetên pêşniyazkirî yên Çarçova Hevahnegiyê bi taybet damezirandina Fraksiyona pirranî ye, pêşwazî kir.

Di daxuyaniya dawiyê ya Komîteya Hevahengiya Kom û Partiyên Şîe yên Iraqê tekezî li ser heft xalên bingehîn ji bo damezirandina dewletê hat kirin:

1- Rêgirtin li destwerdanên biyanî di pêvajoya damezirandina dewletê

2 - Xwedûrkirin ji hilêxistina pêşmercan ji bo damezirandina dewletê û xwedûrkirin ji sepandina bijardeyên xwe ji bo wezaretxaneyan

3 - Tekezî li ser pêwîstiya serxwebûna serokwezîr û bijartina wezîran li nav kesên pakdest

4 - Rêgirtin li jinavçûna heyîtiya neteweyî û destdirêljiya ser heyîtiyên gelemperî

5 - Dabînkirina zemîneyên guncav ji bo çalakiya opozîsiyonê û tekeziya li ser çavdêriya berdewam

6 - Hilbijartina serokkomar li gorî esl û şertên navbirî di Qanûna Bingehîn da

7 - Tekzî li ser bidawîhatina xwenîşandanên çekdarî û ciuhanîna qanûnê ji bo hemiyan.

Hevdem moleta 40 rojî ya rêberê Tevgera Sedir bo Çarçova Hevahengiya Şîeyên Iraqê ji bo damezirandina dewletê di halekî da bi dawî hatiye ku wer xuya dike hîn rêkarek ji bo asêbûna siyasî nehatiye bidestxistin. Partiyên siyasî hîn nekarîne nakokiyên xwe çareser bikin û gerçî ku hin pêşniyaz ji bo damezirandina dewletê hatine raberkirin, lê hîn tu lihevkirinek di vî warî da nehatiye bidestxisrtin.

 

Serepeyv