May 16, 2022 16:31 Asia/Tehran
  • Fraksiyona tirkmenan li Meclîsa Iraqê: Bila dewlet bi rêya leşkerî meydanên neftê ji kurdan bistîne

Fraksiyona tirkmenan li Meclîsa Iraqê xwest ku dewleta navendî ya vî welatî meydanên neftê yên di bin kontrola Herêma Kurdistanê bi rêya leşkerî bistîne.

Fraksiyona tirkmenan li Meclîsa Iraqê bi daxuyaniyekê hikûmeta Herêma Kurdistanê tawanbar kir ku bi bikaranîna hêzên leşkerî meydanên neftê yên Bay Hesen û Dawûdiyê li Kerkûkê ku wek meydanên ayîdî Kompaniya Nefta Bakûr tên zanîn, xistine bin kontrola xwe û biryara dadgeha federal di warê neftê da binpê kiriye.

Di vê daxuyaniyê da hatiye ku siyaseta sepandina hêza leşkerî nabe ku li Iraqê bi ser keve û kurd dê zirara herî sereke ji vê siyasetê bibînin.

Hêjayî gotinê ye ku di rojên dawiyê da Kompaniya Nefta Bakûr a ser bi dewleta navendî ya Iraqê li dijî dewleta Herêma Kurdistanê giliyek vekir û ew bi destdanîna ser du meydanên neftê yên Bay Hesen û Dawûdiyê yên vê kompaniyê li Kerkûkê bi bikaranîna hêzên leşkerî tawanbar kir.

Hevdem Kovara S&P Globalê nivîsî ku siyaseta serbixwe ya neftê ya Herêma Kurdistanê çaverêtî dabîn nekirine.

Vê kovarê di raporekê da derbarê kêşeyên neftî navbera Hewlêr û Bexdayê, nivîsî: Herêma Kurdistana Iraqê hîn nekariye nakokiyên tev Bexdayê li sser çavkaniyên enêrjiyê çareser bike.

Vê kovarê tevî amajeya bi vêya ku Herêma Kurdistanê ji sala 2007an va çalakiya neftê dest pê kir û derfirotina vê berhemê ji sala 2009an va dest pê kiriye, nivîsî: Siyaseta serbixwe ya neftê ya Herêma Kurdistanê nekariye  çaverêtiyandabîn bike û Herêma Kurdistanê hîn nekariye destmizdê kompaniyên navneteweyî yên çalak li Herêma Kurdistanê bide.

 

 

Serepeyv