May 10, 2022 18:02 Asia/Tehran
  • Dijberiya hevpeymaniya sê alî ya

Endamên hevpeymaniya sê alî ya "Rizgariya Nîştimanî" li Iraqê li dijî plana Çarçoveya Hevahengiya Şîeyan ji bo çareseriya qeyrana siyasî, derketin.

Civata Çarçoveya Hevahengiya Şîeyên Iraqê planek pêşkêş kiriye ku li gor wê divê hikûmeta nû bi beşdariya hemû grûpên siyasî yên Iraqê bê avakirin.

Li gor nûçeya El-Malumah, endamên Hevpeymaniya Sê Alî ya bi navê “Rizgariya Nîştimanî” ku ji Tevgera Sedir ya Muqteda Sedir, Koma Sune ya Mihemed Helbûsî û PDKê ya Mesûd Barzanî pêk tê, li Hewlêrê civîneke hevbeş lidar xistin û dawîn pêşhatên siyasî yên Iraqê bi taybetî pêvajoya avakirina hikûmeta nû gotûbêj kirin.

Di vê hevdîtinê de, Hevpeymaniya “Rizgariya Nîştimanî” helwesta xwe li ser pêwîstiya avakirina hikûmeteke “piraniya niştimanî” dubare kir.

Hevbendiya sê alî israr dike li ser pêkanîna hikûmeteke pirraniya niştimanî li hember destpêşxeriya vê dawiyê ya hevbendiyê ji aliyê Çarçoveya Hevahengiya Şîe; Planek e ku tekezî li ser pêwîstiya avakirina hikûmetek lihevhatî dike.

Hevpeymaniya Rizgariya Nîştimanî ya Iraqê di wê baweriyê de ye ku tenê partiyên di nav hevpeymaniyê de ligel endamên serbixwe yên parlamentoyê mafê pêkanîna hikûmetê hene, lê Hevpeymaniya Fetih li Iraqê dibêje ku endamên serbixwe yên parlamentoyê nikarin hikûmetê pêk bînin.

Iraq ji dema hilbijartinên parlemanî yên Cotmeha sala borî de, ku hêzên siyasî li ser pêkanîna hikûmetê li hev nekirin, rûbirûyê qeyraneke siyasî bûye. 

Serepeyv