May 09, 2022 18:21 Asia/Tehran
  • Endamê YNKyê: Berhem Salih ji aliyê Tevgera Sedir û Çarçova Hevahengiyê va tê piştrastkirin

Endamekî YNKyê ragihand ku Çarçova Hevahengiya Şîeyan û Tevgera Sedir ji berendambûna Berhem Salih ji bo serokomartiya Iraqê piştgirî dikin.

Mehmûd Xoşnav, Endamekî YNKyê tevî amajeya bi hezkirîbûna Salih li nav tevgerên siyasî yên Iraqê, got: Pirsgirêka bijartina serokomarê Iraqê hewcedara wê ye ku kesê bijartî pêwendiyeke baş hebe û ne ku kesekî bi gengeşe be.

Xoşnav got: Berendamê serokomartiya Iraqê divê di gel Çarçova Hevahengiyê, Tevgera Sedir, Hevpeymaniya Ezim, Hevpeymaniya Hakimiyetê û tevgerên siyasî li Herêma Kurdistanê pêwendiyeke baş hebe û Berhem Salih kesekî wiha ye.

Di halekî da ku PDKyê qala destpêbûna dora nû ya gotûbêjên vê partiyê tev partî û tevgerên din ji bo derketina ji asêbûna siyasî ya niha kir, YNKyê jî daxxwaz kir ku partiyên cûr bi cûr dev ji puen û serpişkiyên xwe ji bo derketina Iraqê ji rewşa niha berdin.

Sozan Mensûr nûnerê YNKyê li parlimana vî welatî jî got, em xweşbîn in ku partiyên siyasî di dawiyê da ji bo damezirandina dewletê û bijartina serokomarê li hev bikin. Ji ber ku eger rewşa niha bidome,  hilbijartina zûdem ku ji bo baştirbûna rewşa jiyana welatiyên iraqî hat lidarxistin, dê bênirx bibe.

PDK û YNK wek du partiyên sereke yên Herêma Kurdistanê derbarê pêvajoya niha ya Iraqê bi taybet derbarê berendamê serokomartiyê bi hev ra nakok in û vê nakokiyê pêvajoya çareseriya siyasî tûşî pirsgirêka cidî aniye.

Serepeyv