May 07, 2022 20:46 Asia/Tehran
  • Salih û Kazimî ser piştevaniya ji gotûbêjan ji bo çareserkirina meseleyên Iraaqê tekez kir

Serokkomar û serokwezîrê Iraqê tekezî li ser girîngiya gotûbêjan ji bo çareserkirina meseleyan û hereketa ber bi pêkhatina mafên neteweyî kir.

Li gorî rapora Furat Newsê, Li gorî daxuyaniya serokkomartiya Iraqê, roja Şemiyê di dema pêşwaziya Berhem Salih serokkomar ji Mistefa Kazimî serokwezîr di baregeha serokkomartiya Iraqê da, mijara piştevaniya ji gotûbêjan ji bo çareserkirina mijarên mayî û hereketa ber bi pêkhatina mafên neteweyî hatiye gotûbêjkirin.

Di vê daxuyaniyê da hatiye: Di vê hevdîtinê da rewşa giştî ya welêt û girîngiya xurtkirina ewlehî û aramiyê, şopandina terorîstên mayî û girtina pêşiya wan ji bo alozkirina ewlehiya welatiyan hat behskirin.

 

Serepeyv