May 06, 2022 19:11 Asia/Tehran
  • Endamekî Tevgera Gorranê: Plana Çarçoveya Hevahengiya Şîeyên Iraqê pêngaveke girîng jibo xilasbûna ji qeyrana nika ye

Endamekî Tevgera Goranê pêgirî kir: Plana Çarçoveya Hevahengîya Şîeyên Iraqê destpêşxerîyek û pêngaveke girîng jibo xilasbûna ji qeyrana nika ye

Çolî Esed di gotûbêja tev Ajansa Nûçeyan a Al Maloomê da got: Bêyî nermbûna partîyên curbicur, dewleta nû pêk nayê û dê rewşa hema wiha bimîne û welatî jî gorîyên vê rewşê ne û dê zîyana herîzêde bibînin.

Esed herwiha got: Plana Çarçova Hevahengîya Şîeyên Iraqê gellekî li gorî rastîyan e, lewma divê partîyên din jibo xilasbûna ji qeyran û xitimîna sîyasî ya nika, nermatîyê nîşan bidin û PDK û YNK jî divê kurdan yekdeng bikin û nakokîyên têkildarî postan wêda bidin.

Çarçova Hevahengiya Şîeyên Iraqê ragihandibû ku li gorî serneketinên berdewam di pêkanîna kabîna nû da û ser esasa hesta berpirsayetiya şerî û exlaqî, planeke neh xalî jibo xilasbûna ji xitimîna sîyasî li vî welatî raber kir. 

Serepeyv