Pûçkirina êrişa DAIŞê ser hêzên Pêşmerge û Heşda Şebiyê
Li mêhwera Pirdê li bilindahîyên Zorgeyê hêzên Pêşmerge êrişeke terorîstên DAIŞê pûç kirin. Herwiha Hêzên Heşda Şeibî jî êrişa koma têrorîst a DAIŞ`ê li parêzgeha Diyaleyê ya rojhilatê Iraqê pûç kirin.
Di encama êrişê Koma terorîst a DAIŞê ser pêşmergeyan da ti zîyanek li hêzên Pêşmerge neketîye û herwiha ti agahîyek ji kuştî û birêndarên DAIŞê jî neketine dest. Eva cara çendan e ku terorîstîn DAIŞê ji mêhwera Pirdê êrişî hêzên Pêşmerge dikin.
Ji hêla din va hêzên Heşda Şebiyê jî êrişa çekdarên DAIŞê li devera Um Wêys a Dîyalê pûç kirin.
Heşda Şebiyê herwiha ragihand ku 2 endamên DAIŞê li Mûsilê hatin kuştinê.
Herwiha di encama êrişeke têrorîstî li devera Ziyabe li nahîya Ebû Seyda li parêzgeha Dîyalê da jî 3 kes hatin kuştinê.
Hêzên emnî yên Iraqê li Kerkûkê jî êrişeke têrorîstî pûç kirin.
Opêrasyonên hêzên emnî û Heşda Şebî yên Iraqê ji bo ramalîna deverên curbicur ji çekdarên mayî yên koma terorîst a DAIŞê berdewam dike.