May 05, 2022 18:36 Asia/Tehran
  • Tofana xîzê bera bi sedan kesî li Iraqê da nexweşxanan

Tofana xîzê li Iraqê bû sedem ku zêde ji hezar kesî li 6 parêzgehên vî welatî bera xwe bidin nexweşxanan.

Li gorî rapora Ajansa Nûçeyan a Fermî ya Iraqê, tofana xîz û tep û tozê ji şeva buhurî va 6 parêzgehên vî welatî ji wan Bexda, El Enbar, Kerkûk, Necef, Kerbela, Selaheddîn û Dîwanîye girtine ber xwe û tep û tozê esmanê van parêzgehana dagirtîye.

Li parêzgeha El Enbarê li rojavaya Iraqê ku nêzîkî sînorê Sûrîyê ye, nêzî 700 haletên bêhnçikbûnê hatine tomarkirin.

Li gorî ragihandina rayedarên iraqî, li parêzgeha Necefê jî zêde ji hezar kesî tûşî bêhnçikbûnê bûne.

Li parêzgeha Selaheddînê 332 halet û li parêzgeha Dîwanîyê jî 100 haletên bêhnçikbûnê hatine tomarkirin.

Tofana tep û toz û xîznê di mehên buhurî da bi caran deverên curbicur ên Iraqê daye ber xwe û pispor û şareza dibêjin ku ji ber guherînên av û hewayê, kêmbûna baranê û berfirebûna çol û beyaran e.

 

Serepeyv