May 04, 2022 18:25 Asia/Tehran
  • Xeffacî: Tenê artêşa Iraqê berpirsê dabînkirina ewlehîyê li Şingalê ye

Erkana Operasiyona Hevpar a Iraqê pêgirî li ser neyartîya li himberî hebûna hêzên çekdar ên derveyî çarçova dewleta Iraqê li devera Şingalê kir û ragihand ku tenê artêşa Iraqê berpirsê dabînkirina ewlehîyê li Şingalê ye.

Tehsîn Xeffacî Berdevkê Serfermandariya Operasyona Hevpar a Iraqê got: Hinekan hewil dane bi awayekî neqanûnî çekan li Şingalê bi kar bînin û nehêlin rêkevtinama di navbera Bexda-Hewlêrê di vî warî da were cihanîn û em jî dê rê nedin vî karê wan çawan ku em rê nadin ti alîyekî rêyên li herêma Şingalê girê bidin û em herwiha nahêlin ti hêzekî derveyî çarçova delweta Iraqê li vê navçeyê hebe.

Xeffacî herwiha got: Tenê artêşa Iraqê devera Şingalê bi rêve dibe û Navenda Fermandetîya Operasyona Rojavayê Nêynewayê berpirsê vê dosîyê ye û dê pêşî li her cure hêzekî din bê girtin.

Serepeyv