May 04, 2022 12:07 Asia/Tehran
  • Emar Hekîm derbarê xitimîna siyasî û aloztirbûna rewşa Iraqê hişyarî da

Serokê Tevgera Hîkme ya Iraqê Seyid Emar Hekîm diyar dike, metirsiyek mezin li ser proseya siyasî û demokrasîya Iraqê heye û dibe ku rewş aloztir bibe.

Emar Hekîm li Bexdayê di merasîma cejna Remezanê de ragihand: “Aloziyên ku niha li Iraqê hene, dibe ku zêdetir bibin, proseya şikandina aliyan, xizmeta ti aliyekî nake û armanc wisa nayên pêkanîn, tenê kêşeyan zêdetir dike.”

Hekîm destnîşan kir: “Mayîna rewşê bi vê şêweyê, ku çaverêya çareseriya derekî were kirin, metirsiyeke mezin e û encamên wê yên gelek xirab dê li ser proseya siyasî û demokrasî ya Iraqê bibe, loma divê em bi awayekî eşkere binpêkirinan şermezar bikin û hemû zirardayîna berjewendiya xelkê red bikin, ji wan; pêkanîna hikûmetê, ev derdixe holê ku kêşeyeke mezin li ser sîstema siyasî ya Iraqê heye, çawa dibe hilbijartin ji xelkê re bibe kêşe? Li şûna ku bawerî vegere xelkê, careke din heman xeletiyên berê dubare dibin, ku ev derza di navbera hikûmet û welatiyan de zêde dike.”

Emar Hekîm dibêje: “Her ku diçe hêrsa xortan ji sîstema siyasî ya Iraqê zêde dibe û asayîşa welat rûbirûyî astengiya zêdetir dibe, ji bilî astengiyên ku hene, astengiyên din jî di rê de ne, ev xetimîn kêşeyan zêdetir dike.”

Serepeyv