May 01, 2022 08:51 Asia/Tehran
  • Hevbendiya Fetih: Bêdengiya hikumeta Federal li ser êrişên Tirkiyê nîşaneya lihevkirinê ye

Parlamanterê ji Hevbendiya El Fetih Mihemed El-Beldawî îro destnîşan kir ku bêdengiya hikumeta Federal li hember êrişên dewleta Tirkiyê yên li dijî Herêma Kurdistanê, nîşaneya hebûna lihevkirineke veşartî di navbera her du aliyan de ye.

Parlamanterê ji Hevbendiya Fetih Mihemed El-Beldawî got: “Artêşa Tirkiyê dest bi belavbûnê kiriye. Rojane bi hiceta şerê li dijî Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) pêvajoyeke nû ya operasyonên li bakurê Iraqê radigihîne.”

El-Beldawî ji ajansa “Melûme” ya Iraqê re wiha axivî: “Bêdengiya hikumeta Federal nîşan dide ku di navbera her du aliyan de lihevkirineke veşartî heye û têkildarî serweriya Iraqê ye.”

El-Beldawî destnîşan kir ku beşdarkirina Iraqê di şerê navneteweyî de, li şûna çareser bike, pirsgirêkan zêde dike û rewşa siyasî û ewlehî aloztir dike.

Bertekên aliyên siyasî yên Iraqê li hember êrişên dewleta Tirkiyê li dijî Herêma Kurdistanê ku ji 17`ê Nîsanê ve dest pê kirine, zêde dibin. Tenê hikumeta Federal a bi serkêşiya Mistefa El-Kazimî û hikumeta Herêma Kurdistanê bi serkêşiya PDK`ê bêdeng e.

Serepeyv