May 01, 2022 07:41 Asia/Tehran
  • Bi mûşekan êriş birin ser binkeya Eyn el-Esed

Li dijî binkeya asmanî ya Eyn Esed li parêzgeha Enbarê li rojavayê Iraqê,, ku leşkerên Hevpeymaniya Navdewletî ya bi serkêşiya Amerîkayî lê ne, êrîşek mûşekî pêk hat.

Çavkaniyekî ji hêzên Hevpeymaniya Navdewletî ya amerîkî ragihand duh êvarê saet derdora 19:55ê ser wextê herêmî bi mûşekan êrişî Baregeha Leşkerî ya Eyn Esed a li parêzgeha Enbarê kirin.

Ev nûçe ji aliyê çavkaniyên Hevpeymaniya Navdewletî ve jî hat piştrastkirin û hat diyarkirin ku rayedarên ewlekariya Iraqê li ser mijarê lêkolînê dikin.

Li gor agahiyên ku hatine wergirtin ji ber mûşekên ku li derdora binkeya Eyn Esed ketine tu ziyanên canî û madî çênebûne.

Binkeya ku 180 kîlometre dûrî paytext Bexdayê ye, di 8ê Nîsanê de jî rastî êrîşa balafirên bê mirov hatibû.

Wezareta Berevaniya Iraqê ragihand ku alavên baregeha Eyn Esed ku leşkerên Amerîkayê tê de ne, di Kanûna borî de ji aliyê artêşa Iraqê ve hatin wergirtin.

Rayedarên iraqî dibêjin: Li wê binkeyê şêwirmendên Amerîkî û biyanî lê ne û hêzên ewlehiyê yên Iraqê perwerde dikin.

Serepeyv