Nîsan 28, 2022 16:28 Asia/Tehran
  • Nûrî Malikî: Tirkiye li Mûsil û Kurdistana Iraqê li hedefên zêdexwaziye xwe digere

Serokê Hevbendiya Dewleta Qanûnê Nûrî Malikî tekez kir: Tirkiye bi hebûna xwe ya leşkerî li “Mûsil” û “Herêma Kurdistanê” li pey armancên xwe yên zêdegavî û zêdexwaziyê digere.

Li gorî rapora El-Furat News`ê, Nûrî Malikî serokê hevpeymaniya Dewleta Qaûnê li ser hebûna leşkerî ya Tirkiyê li Mûsilê û Herêma Kurdistanê got: Tiştê ku diyar dibe ew e ku Tirkiye pirsgirêk û kêşeyên siyasî li Iraqê wek derfet ji bo pêşdebirina armancên xwe yên zêdegavî dibîne.

Herwiha Serokê Hevbendiya Dewleta Qanûnê ji ajansa Bagdad Today re jî axivî û got: “Ji bo dewleta Tirk hemû Kurd wek hev in û got: “Tirkiye bi ti awayî ferqê naxe navbera Kurdan de, divê Kurd vê yekê baş bizanin. Kurdên ku hevkariya dewleta Tirkiyê dikin bila baş bizanin ku li hemberî hêzek wek ya PKK’ê, serkeftina dewleta Tirk ne pêkan e.”.”

Nûrî Malikî di dewamê de derbarê êrişên dewleta Tirkiyê ser Herêma Kurdistanê de diyar kir ku Tirkiye dadperweriyê ji gelê Kurd re nayîne.

Nûrî Malikî herwiha bal kişande ser beşdariya dewleta Tirkiyê di projeya li dijî Iraqê û destnîşan kir Iraq bi projeyekê navdewletî re rû bi rû ye û got, Hevpeymaniya Çarçoveya Hemahengî ya Şîe pêşî li vê projeya metirsîdar girtiye û dest bi serkeftinê dike.

Serokê Dewleta Qanûnê rexne li hikumeta Kazimî jî kir û got: “Dirêjkirina Hikumeta Kazimî mirina parlemento û desturê ye."

Nûrî Malikî di beşeke din a axaftinên xwe de li ser pêkanîna hikûmetê got: Diviyabû piştî hilbijartinan di zûtirîn dem de hikûmet bihata avakirin. Hilbijartina serokkmarekî mifteya bidawîkirina xitimîna siyasî ye û her kesê ku hewl bide hikûmetek pêk bîne ku kesên din marjînal bike û bide wî aliyî, dê bêhêvî bibe. Niha em dibînin ku erf û rêgezên siyasî ji destûra bingehîn xurtir bûne.

Serepeyv