Nîsan 25, 2022 22:57 Asia/Tehran
  • Tevgera El-Wefayê: Rewş ji bo damezirandina Dewleta Piranî li Iraqê dijwar e

Sekreterê giştî yê Tevgera El-Wefaya Iraqê tevî tekeziya li ser pêwîstiya xurtkirina yekîtiyê di rêzên şîeyan da, got: Rewş ji bo damezirandina Dewleta Piranî li Iraqê dijwar e.

Ednan Zerfî, Sekreterê giştî yê Tevgera El-Wefaya Iraqê got: Hevpeymaniya Sêalî (Muqteda Sedir, Muhemed Helbûsî û Mesûd Barzanî) dê bo demeke dirêj berdewam nebe. Di dema niha da pêkhatina projeya dewleta piranî dijwar e.

Pêştir Fazil Mewat, endamê Hevpeymaniya Dewleta Qanûpnê di axaftinekê da derbarê pêvajoya gotûbêjên taxima Hevahengiyê û komên din ên siyasî yên Iraqê gotibû ku gotûbêjên pêkhatî ji aliyê Taxima Hevahengiya şîeyan bi pêngavên bilind bi pêş da diçe û pêşketinên çaverênekirî hene.

Hevdem Casim Muhemed Ceferê endamê hevpeymaniya Dewleta Qanûnê ya Iraqê got: Nakokiyên siyasî yên suneyan, dibin sebeb ku Tevgera Sedir ji bo damezirandina dewletê vegere nav Taxima Hevahengiya Şîeyan.

Muhemed Cefer her wiha got: Piştî serneketina hevpeymaniya sêalî ya Sedir, Barzanî û Helbûsî û lidarxistina sê civînên serneketî ji bo hilbijartina serokkomar, hêzên siyasî yên Iraqê gihîştin vê encamê ku ji bilî gotûbêjê tu rêyek ji bo derketina ji asêgeha siyasî li Iraqê tune.

Falih Mûsewî, ji organîzekerên nerazîtiyên gelemperî li Iraqê got: Eger komên siyasî yên Iraqê derbarê sazûkara damezirandina dewletê û hilbijartina serokkomar û serokwezîr li hev nekin, komîteya lidarxistina nerazîtiyên gelemperî dê hin kesayetiyan wek bijardeyên gel ji bo postên girîng ên dewletê ji partiyên siyasî ra bide nasandin.

 

Serepeyv