Nîsan 25, 2022 17:30 Asia/Tehran
  • Hevpeymaniya Dewleta Qanûnê ya Iraqê: Nefta Kerkûkê hokara destdirêjiya Tirkiyê ser axa Iraqê ji 30 sal berê va ye

Rêberekî Hevpeymaniya Dewleta Qanûnê ya Iraqê îro tekez kir ku bîrên neftê yên Kerkûkê hokara sereke ya êrîşên berdewam ên Tirkiyê li ser Iraqê ji 30 sal berê va ye.

Terkî Cedan, rêberekî Hevpeymaniya Dewleta Qanûnê ya Iraqê got: Em êdî bi îdiaya Tirkiyê ya şerê dijî PKKyê naxapin û em dizanin ku destdirêjiya hêzên Tirkiyê heta kûrahiya 190 kîlomitiriya Iraqê ji aliyê Herêma Kurdistanê va bi saya sersariya hêzên siyasî û bi armanca wergirtina berjwendiyên partîtî û têkiliyên bi Tirkiyê ra pêk tê.

Cedan tevî tekeziya li ser vê yekê ku tu lihevkirinek tuneye ku hebûn û êrîşa hêzên biyanî di 190 kîlomitirya axa Iraqê rêpêdayî bizane, got ku Tirkiye dixwaze xwe bigihîne bîrên neftê yên Kerkûkê û ev bîr hokara sereke ya gişt destdirêjiyên Tirkiyê ser axa Iraqê ji 30 salên berê va ye.

Ji aliyê din va, Wezareta karên derve ya Iraqê ragihand, tu lihevkirinek di gel Tirkiyê derbarê operasiyona vî welatî li Iraqê pêk nehatiye û ev kiryar qanûnî nînin.

Li gorî rapora roja Duşemiyê ya Sputnik'ê, Ehmed Sehaf, berdevkê Wezareta karên derve ya Iraqê got: Tirkiye hertim hin binpêkirinan pêk tîne ku tu bingeheke wê ya qanûnî tune û li gorî tu lihevkirinekê nîne.

 

Sehaf got: Di civîna îro ya Parlimanê hin plan hatin hilêxistin ku destûra tevgera dîplomatîk li hemberî Tirkiyê dide Iraqê. Di vê civînê da bersiva ewlehî û leşkerî, her wiha bersiva aborî û siyasî hat vekolandin û aniha hewcetî bi helwêsteke siyasî heye.

 

 

Serepeyv