Nîsan 25, 2022 10:06 Asia/Tehran
  • Êrîşa bi roketan li ser baregeha leşkerî ya Tirkiyê li bakûrê Iraqê

Baregeha leşkerî ya Iraqê ya bi navê Zelîkanê li Başîqeyê li rojhilatê Mûsilê kete ber êrîşa bi roketan.

Çavkaniyên iraqî Yekşemiyê bi şev ragihand ku herî kêlm 6 roket li baregeha Zelîkanê ketine.

Ji ziyan û kuştiyên îhtimalî raporek nehatiye weşandin.

Ev baregeh beriya vêya jî çend caran ketiye ber êrîşa bi roketan.

Tirkiyê di salên dawî da bi caran bi behaneya êrîşa ser PKKyê, destdirêjî li axa Iraqê kiriye.

 

Artêşa destdirêjker a Tirkiyê vê dawiyê jî doreke nû ya êrîşan bi çavdêriya Xulûsî Akar wezîrê berevaniyê yê vî welatî li ser Herêma Kurdistanê dest pê kir û çavkaniyên iraqî ragihad ku heta kûrahiya 100 kîlomitiriya Iraqê jî pêş da çûye û dixwaze baregehên nû li Iraqê ava bike.

 

Serepeyv