Nîsan 24, 2022 23:01 Asia/Tehran
  • Li pênc parêzgehên Iraqê qonaxa duyemîn a operasyona dijî DAIŞê destpê kir

Tîma medyayî ya ewlekarî ya Iraqê ji destpêkirina qonaxa duyemîn a operasyona "Îradeya Muhkim" ji bo tunekirina şaneyên veşartî yên koma terorîst a DAIŞê li pênc parêzgehên vî welatî xeber da.

Li gorî rapora kanala Al-Mayadinê, Tîma medyayî ya ewlehiyê ya Iraqê roja yekşemê ragihand ku qonaxa duyemîn a operasyona "Vîna Mukim" ji bo şopandina endamên mayî yên koma têrorîst a DAIŞê li parêzgehên Enbar, Nînowa û Selahedîn dest pê kiriye. 

Operasyon bi beşdariya hêzên artêşê, nobedarên sînor, hêzên berteka lezgîn û Heşda Şebî destpê kir. Hêzên asmanî operasyonên taybet bi helîkopteran pêk anîn û kemînan li kûrahiya biyabanên parêzgeha Enbarê danîn.

Tîma medyayî ya ewlekarî ya Iraqê ragihand ku operasiyona han bi piştevaniya asmanî ya hêzên artêş û hêzên asmanî û li gor zanyariyên rast ên dezgeha istixbaratê hatiye encamdan û ji bo şopandina endamên koma terorîstî ya DAIŞ`ê li parêzgeha Diyala û Kerkûkê destpê bûye. 

Li gorî berpirsên Îraqî, qonaxa yekem a operasyona îradeya Muhkim di 28-30ê Adarê de pêk hat, ku bi îmhakirina 19 veşartgehên DAIŞê û şeş tunelan û desteserkirina rêjeyên mezin ji bombeyên li kêleka rê û teqemeniyên din bi dawî hat.

Serepeyv