Nîsan 24, 2022 22:13 Asia/Tehran
  • Hebûna zêdetir ji çar milyon heciyan li mezargeha pîroz a yekem îmamê şîeyên cîhanê

Parêzgarê Necefa Eşref a Iraqê ragihand ku zêdetir ji 4 milyon ziyaretker di salvegera şehadeta Îmam Elî (es) de çûn ziyaret mezara pîroz ya Îmam Elî (es).

Duh (şemî) 21`ê Remezana sala 1443`an û hevdem digel 23`ê Nîsana 2022`an, salvegera şehadeta Îmam Elî (S) yekem îmamê şîeyên cîhanê bû. 

Li gorî televîzyona Al-Alamê; Parêzgarê Necefa Eşrefê, Mecîd El-Waîlî jî got: Hejmara ziyaretkerên mezargeha Îmam Emîr El-Mumenîn (S) ji 4 milyon û 500 hezarî derbas bûye û zêdetirî 100 hezar ziyaretker jî ji derveyî Iraqê çûne vî welatî bona ziyaret vê mezargeha pîroz.

Mecîd El-Waîlî diyar kir ku Balafirgeha Necefa Eşref di van rojan de nêzî sed û sî hezar sefer tomar kirine.

Serepeyv