Nîsan 24, 2022 18:21 Asia/Tehran
  • Karwanê hêzên Amerîkî li Iraqê kete ber êrişê

Çavkaniyên medyayî ragihandin ku karwanê hêzên Amerîkayê li rojavayê Iraqê ketiye ber êrişê.

Li gor rapora kanala telegramê ya Saberin News`ê, karwanekî piştevaniya Amerîkayê li parêzgeha Enbarê li rojavaya Iraqê bûye armanca bombeke li kêleka rê. Derbarê ziyan û kuştî û birîndarên muhtemel ên operasyonê heta niha ti agahî nehatine belavkirin.

Koma iraqî ya “Eshab el-Kehf” bi belavkirina vê vîdyoyê berpirsatiya êrişa ser karwanê piştevaniya Amerîkayê li parêzgeha Enbarê girt ser xwe.

Gelek kes û girûpên Iraqî daxwaza derketina hêzên terorîst ên Amerîkayê ji Iraqê dikin û parlamentoya Iraqê jî plana vekişandina van hêzan pesend kir.

Komên Îraqî tekez dikin ku divê hikûmeta Îraqî hêzên Amerîkî li gorî biryara parlamentoyê ji Îraqê derxin.

Serepeyv