Nîsan 23, 2022 21:38 Asia/Tehran
  •  Endamê Dewleta Qanûnê: Mesrûr Barzanî rê da dewleta Tirkiyê ku êrişan pêk bîne

Endamê Dewleta Qanûnê Ehmed El-Sufî destnîşan kir ku rastiya bêdengiya gelek siyasetmedaran li hember êrişa dewleta Tirkiyê li ser Herêma Kurdistana Iraqê cihê gumanan e û nîşaneya hebûna berjewendiyên hevbeş e.

Parlamenterê Iraqê yê Dewleta Qanûnê Ehmed El-Sufî li ser êrişa dewleta Tirkiyê ya li ser Herêma Kurdistana Iraqê, bang li Hikumet û Parlamentoya Iraqê kir da ku serokê Hikumeta Herêmê bixin ber lêpirsînê. Parlamenter wek sedem jî got; “Ji ber ku serdana Barzanî ya beriya êrişê, tê wateya nîşandana çiraya kesk.”

Êrişên dewleta Tirkiyê bi hevkariya PDK’ê ji bo dagirkirina Herêma Kurdistana Iraqê bê navber dewam dikin. Li seranserê Iraqê nerazîbûna dijî êrişan dewam dike, lê heya niha Hikumeta Herêmê bêdengiya xwe diparêze.

Parlamenterê Iraqê Ehmed El-Sufî yê ser bi Hevpeymana Dewleta Qanûnê derbarê êrişa dewleta Tirkiyê ya li ser Herêma Kurdistana Iraqê de, daxuyaniyek belav kir

Ehmed Sufî di daxuyaniya xwe de dibêje; “Bêdengiya piraniya siyasetmedaran ya hemberî êrişên dewleta Tirkiyê, tê wateya wê ku em bi guman li wan temaşe bikin. Berjewendiyên hevbeş ên hinek siyasetmedaran bi Tirkiyeyê re heye, ji bo vê jî li hemberî êrişên Tirkiyeyê bêdeng in.”

Sufî di dewamê de bal kişand ser serdana serokê Hikumeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ya ji bo Tirkiyeyê û got; “Tirkiyê piştî serdanê bi du rojan êriş pêk anî, weke ku çiraya kesk ji bo Tirkiyeyê hatibe vêxistin.”

Ehmed Sufî di dawiya daxuyaniya xwe de bang li Hikumet û Parlamentoya Iraqê kir da ku li ser helwesta Hikumeta Herêmê ya li ser êrişên Tirkiyeyê, serokê Hikumeta Herêma Kurdistanê bixin ber lêpirsînê.
 

Serepeyv