Nîsan 23, 2022 21:18 Asia/Tehran
  • Nûnerê Fethê bo Erdoxan: Hûn ku nikarin PKKyê kontrol bikin; Vêca çawa dixwazin dijî Iraqê rawestin?

Nûnerê Hevpeymaniya Fethê li Parlimana Iraqê tevî hişyarkirina serokkomarê Tirkiyê jê ra got: Hûn ku nikarin PKKyê kontrol bikin; Vêca çawa dixwazin dijî Iraqê rawestin?

Nûnerê Hevpeymaniya Fethê li Parlimana Iraqê tevî hişyarkirina serokkomarê Tirkiyê derbarê dewama berfirehkirina operasiyona leşkerî li nav axa Iraqê derveyî çarçova lihevkirinên wajokirî navbera Bexda û Enqereyê, xitabî Erdoxan got: Hûn ku nikarin PKKyê kontrol bikin, vêca çawa dikarin li hemberî iraqiyan rawestin? Bizanin ku iraqî dê li hemberî dewama operasiyona we ya leşkerî rawestin.

Li gorî rapora Kurd Pressê, Muhemed Beldavî, Nûnerê Hevpeymaniya Fethê li Parlimana Iraqê got: Pêngava Wezareta derve ya Iraqê ya hazirkirina balyozê Tirkiyê li Bexdayê û daxwaza ji dewleta wî ji bo paşvekişiyana ji axa Iraqê boi cara yekem di bin zexta hin hêzên siyasî ji wan Hevpeymaniya Fethê pêk tê.

 

Serepeyv