Nîsan 23, 2022 13:36 Asia/Tehran
  •  Ayetullah Sîstanî êrîşa terorîstî li Mezarşerîfa Efxanistanê şermezar kir

Ofîsa ayetullah seyid Elî Sîstanî, merceyê bilind ê şîeyên Iraqê roja Înê êrîşa terorîstî ya qewimî li Mezarşerîfa Efxanistanê şermezar kir.

Ofîsa ayetullah Sîstanî merceyê bilind ê şîeyên Iraqê bi daxuyaniyekê karesata DAIŞê ya kuştina nimêjkarên birojî li Mizgefta Sêdûkanê ya bajarê Mezarşerîfê şermezar kir û ji gelê Efxanistanê xwest ku ji bo pêşîgirtin li bûyerên bi vî rengî, digel hêzên ewlehiyê hevkarî bikin.

Ji ber êrîşa terorîstî ya roja Pêncşemiyê li ser mizgefta şîeyan a bajarê Mezarşerîfê li bakurê Efxanistanê, bi dehan nimêjkar hatin kuştin û birîndar bûn. Çend saet piştî vê cinayetê, DAIŞê berpirsyariya vê kiryara terorîstî girte ustiyê xwe.

 

Serepeyv