Nîsan 22, 2022 10:16 Asia/Tehran
  • El-Malikî êrişa dewleta Tirkiyê

Ofîsa Serokê Dewleta Qanûnê Nûrî Malikî, têkildarî êrişên dewleta Tirkiyê ên li ser xaka Herêma Kurdistanê dike daxuyaniyek nivîskî belav kir.

Serokê Dewleta Qanûnê û serokwezîrê berê yê Iraqê Nûrî El-Malikî li dijî êrişên dewleta Tirkiyê nerazîbûn nîşanda. El-Malikî êrişa dewleta Tirkiyê wek şermezarî bi nav kir û got, “Ez piştgiriya hemû dengên azad ên Iraqê dikim ku vê êrişê red dikin.”

Di daxuyaniyê de hat gotin, ji ber êrişên berdewam ên dewleta Tirkiyê yên li ser deverên Herêma Kurdistanê, gelek welatî sivîl ji cih û warên xwe koçber bûne.

Her wiha di daxuyaniyê de El-Malikî piştgiriya xwe ji dengên nerazî yên li dijî dagirkeriya Tirkiyê re nîşan da û got: “Em li gel wan kesan in ku ji ber êrişa şermezarane ya dewleta Tirk niha li Dihokê li nava mal û kilîseyan de koçber bûne û aramiya wan hatiye têkdayîn.”

Di dawiya daxuyaniyê de jî tê gotin, ew êrişên dewleta Tirk red dikin û li dijî avakirina baregehên leşkerî yên Tirkiyê ne.

Herwiha duh di saetên nîvro de li ber navenda vîzeyên Tirkiye ji aliyê nûnerên komîteya navendî ya rêxistinên xwepêşandanên Iraqê ve çalakiyek nerazîbûnê li dijî êrişên dewleta Tirkiyê hat nîşandan.

Di çalakiyê de hat xwestin dewleta Tirkiyê dawî li dagirkeriya xwe bîne û hat gotin, gelên Iraqê binpêkirinên dewleta Tirkiyê yên li ser serweriya Iraqê qebûl nakin.

Serepeyv