Iraq: Îdiaya Tirkiyê ya hevahengiya derbarê operasiyonê li axa me derew e
Nîsan 21, 2022 11:58 Asia/Tehran
Berdevkê Wezareta karên derve ya Iraqê ragihand: Îdiaya Enqerê ya hevahengiya tev Bexdayê derbarê operasiyona wê ya leşkerî derew e.
Li gorî rapora ISNAyê, Ehmed Sehaf, Berdevkê Wezareta karên derve ya Iraqê ragihand: Wezareta derve operasiyona leşkerî li axa Iraqê wek binpêkirina aşkira ya hakimiyeta vî welatî û gefek li dijî yekparçetiya axa wê dizzane û tiştê ku ev operasiyon bi cî dihêle, tirsa navbera welatiyên iraqî û pêkanîna bêewlehîtiyê ye.
Berdevkê Wezareta karên derve ya Iraqê îdiaya Enqerê derbarê hevahengiya di gel Bexdayê ji bo operasiyona artêşa Tirkiyê li bakurê Iraqê derew zanî.