Nîsan 20, 2022 15:09 Asia/Tehran
  • Tozê geştên asmanî yên li Firokxaneya Navneteweyî ya Bexdayê rawestandin

Rêveberiya Firokexaneya Navdewletî ya Bexdayê ragihand: Kengî rewşa hewa baş bibe, tevgera firokeyan dê vegere rewşa asayî.

Li gorî nûçeya Kurdistan24ê, Ji ber rewşa keşûhewayê û daketina asta dîtinê bo astên gelekî nizm, geştên asmanî yên li Firokxaneya Bexdayê hatin ragirtin.

Rêvebiriya Firokxaneya Bexdayê di daxuyaniyekê de ragihand, ew ji rêwiyan û hemû kompanyayên geştiyariyê re diyar dikin ku ji ber hewayê xirab û daketina asta dîtinê bo 500 mitrî, îro geştên asmanî rawestiyane.

 

Rêvebiriya Firokxaneya Bexdayê her wiha tekez kir, eger rewşa hewa baş bibe, tevgera firokeyan ji bo çû û hatin dê asayî bibe.

Di meha Nîsanê de ev cara duyem e ku Rêveberiya Firokexaneya Navdewletî ya Bexdayê ji ber rewşa hewayê geştên xwe radiwestîne.
 

Serepeyv