Hizbullaha Iraqê: Armanca Tirkiyê serdestiya li ser çavkaniyên nefta Iraqê ye
Gurdanên Hizbullaha Iraqê armanca Tirkiyê ya destdirêjiya ser axa wî welatî hewildana ji bo serdestiya li ser çavkaniyên neft û gaza Iraqê da zanîn.
Li gorî rapora IRNAyê, Gurdanên Hizbullaha Iraqê bi daxuyaniyekê ragihand, destdirêjiya aşkira ya Tirkiyê ser axa Iraqê, bi armanca serdestiya li ser çavkaniyên neft û gaza vî welatî û kontrola Rêya Hevirmişê û diyarkirina rêgeha wê pêk tê.
Li gorî vê daxuyaniyê, binpêkirina serweriya Iraqê metirsiyeke mezin e û hewcedarê kiryareke cidî û rasteqîn ji aliyê berpirsên dewletî û helwêsta berpirsyarane ya saziyên ewlehiyê û besîca gelanî ya Iraqê ye.
Gurdanên Hizbullaha Iraqê daxwaza çalakirina berxwedan û serhildana gelanî ji bo sekinîna li dijî destddirêjiya Tirkiyê kir.
Destdirêjiya Tirkiyê ser Herêma Kurdistanê li navçeya Badînanê tûşî berteka tund a berpirs û kesayetiyên iraqî ji wan Berhem Salih, serokkomar. Fuad Husên wezîrê derve, Muqteda Sedir serokê tevgera Sedir û seyid Emar Hekîm serokê Tevgera Hikmeta Neteweyî ya Iraqê bûye.