Nîsan 19, 2022 22:55 Asia/Tehran
  • Iraqê gazî balyozê Tirkiyê yê li Bexdayê kir

Wezareta Derve ya Iraqê têkildarî êrişên dewleta Tirkiyê yên dagirkeriyê bang li balyozê Tirkiyê yê li Bexdayê kir û nama nerazîbûna li ser êrişan radestî wî kir. Di heman demê de bi fermî ji Tirkiyê xwest hemû hêzên xwe ji nava xaka Iraqê û Herêma Kurdistanê vekişîne.

Li gorî daxuyaniya Wezareta Derve ya Iraqê, îro Wezareta Derve ya Iraqê, bang li balyoze Tirkiyê yê li Bexda kiriye û têkildarî êrişên wê yên di 17’ê Nîsanê de li ser herêmên Zap, Avaşîn û Metîna dayîn destpêkirin jê zelalî xwestiye.

Di daxuyaniyê de wiha tê gotin: “Îro têkildarî operasyona befireh ya wî welatî ku çend roja hatiye destpêkirin bang li balyozê Tirkiyê yê li Bexdayê Elî Reza Guney hate kirin. Daxwaza zelalkirinê jê hate kirin ku bandorî li ser herêmê kiriye. Di heman demê de nameyek tund raberî wî hate kirin. Jê hate xwestin vî karî dawî lê bînin û binpêkirina red dikin.”

Wezareta Derve ya Iraqê bi fermî ji Tirkiyê xwestiye ku hemû hêzên xwe yên leşkerî ji nava xaka Iraqê vekişîne û rêzê li serweriya xaka Iraqê bigire.

Di daxuyaniya Wezareta Derve ya Iraqê de, wiha tê gotin: “Mafê Iraqê ye ku riyên pêwîst ên guncav li gorî bendên Neteweyên Yekbûyî (NY) û qanûnên navneteweyî li hemberî vî karê bi dijminatî û yekalî yê Tirkiyê bigire ku bêyê hemahengiya li gel hikûmeta Iraqê dike.”

Operasyonên leşkerî yên artêşa Tirkiyê li bakurê Iraqê di demekê de ye, ku hikûmet û tevgerên siyasî yên Iraqê bi tundî li dijî hebûna leşkerî ya Enqerê li bakurê Iraqê ne û êrişên wê yên asmanî yên berdewam wek binpêkirina serweriya niştimanî binav dikin.

Serepeyv