Nîsan 19, 2022 14:46 Asia/Tehran
  • Wezareta Derve ya Iraqê bi tundî operasyonên artêşa Tirkiyê li bakurê Iraqê şermezar kir

Wezareta karên derve ya Iraqê bi tundî êrişa artêşa Tirkiyê li bakurê Iraqê şermezar kir û ew kiryar binpêkirina serweriya Iraqê û berevajî prensîpa cîrantiya baş û qanûnên navneteweyî bi nav kir.

Berdevkê Fermî yê Wezareta Derve ya Iraqê Ehmed El Sehaf di daxuyaniyekê de ragihand ku hikûmeta Iraqê bi tundî operasyonên leşkerî yên artêşa Tirkiyê li navçeyên Metîna Zab, Avaşîn û Basyanê ya bi dron û helîkopter û hêzên bejahî li bakurê Iraqê şermezar dike. 

El-Sahaf tekez kir ku welatê wî operasyona leşkerî ya hêzên Tirkiyê li bakurê Iraqê binpêkirina serwerî û yekparçeyiya Iraqê û prensîpa cîrantiya baş û berovajî destûr û yasayên navdewletî yên ku peywendiyên di navbera welatan de birêkûpêk dikin, dibîne û di heman demê de, ew li dijî wê yekê ye ku Iraq bibe sitargeh an korîdorek ji bo ziyangihandina li welatên cîran an jî bibe cihek ji bo tolvekirina aliyên biyanî yên li dijî hevdu.

Serepeyv