Berhem Salih: Êrişên dewleta Tirkiyê gefeke berçav e, em van êrişan red dikin
Serokkomarê Iraqê Berhem Salih diyar kir ku êrişên dewleta Tirkiyê yên li ser Herêma Kurdistanê "gefeke berçav a li ser ewlekariya neteweyî ya Iraqê ye" û destnîşan kir ku ew van êrişan qet qebûl nakin.
Serokkomarê Iraqê Berhem Salih li ser êrişên dewleta Tirkiyê daxuyaniyek da û got: "Em êrişên dewleta Tirkiyê ji nêz ve dişopînin" û wiha dewam kir, "Ev êriş bi rengekî berçav gefê li ewlehiya me ya neteweyî dixwe. Êrişên ku tên kirin li gel dijberiya me jî pêk hatin. Beriya niha jî ji bo rawestandina van êrişan me bang kiribûn."
Salih ji bo çareserkirina pirsgirêkan banga diyalogê kir, "Em alîgirê wê ne ku pirsgirêk bi rêbazên demokratîk û diyalogê bêne çareserkirin. Me ji bo vê jî gelek caran bang kir. Em êrişên dewleta Tirk red dikin û qebûl nakin. Em li bendê ne ku hurmetê nîşanî mafên me yên serweriyê bidin."
Serokkomarê Iraqê got, "Polîtîkaya me ya derve û biryarên me yên dewleta Iraqê êrişên dewleta Tirk bi teqez red dikin. Em ê vê yekê ti carî qebûl nekin."
Ev êrişên Tirkiyê ser Herêma Kurdistanê piştî derbasbûna 3 rojan ser hevdîtina serokwezîrê hikumeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi serokomarê Tirkiyê Erdogan û serokê îstixbaratê Hakan Fidan re di 15`ê Nîsanê de, pêk tên.