Nîsan 18, 2022 19:31 Asia/Tehran
  • Rayedarê iraqî: Iraq serdemeke dijwar a asêbûna siyasî derbas dike

Endamekî Tevgera Hikmeta Neteweyî ya Iraqê got: Iraq serdemeke dijwar a asêbûna siyasî derbas dike.

Cemal Hesen, endamê Tevgera Hikmeta Neteweyî ya Iraqê derbarê berbendên lidarxistina hilbijartina parlimanî ya nû li vî welatî got: Rewşa Iraqê ya niha di dawiyê da dê bibe sebeb dûhatên cidî û ev yek hilêxistina helwêstan ji aliyê hemî hêzan bo piştgiriya ji gotûbêjê û çareserkirina pirsgirêkan pêwîst dike.

Cemal Hesen her wiha got: Hilbijartina dubare li vî welatî dibe ku ji hêla hin aliyên siyasî bibandor be, lê du hokar hene ku rê li ber lidarxistina hilbijartineke wiha digirin, ya yekem serkeftiyên hilbijartina vê dawiyê nîgerana jidestdana destkeftên bidestxistî ne û ya duyem gel meraq nake beşdarî hilbijartinê bibe.

Piştî ku Muqteda Sedir, rêberê Tevgera Sedir a Irqê ragihand ku ew ê di gel Çarçova Hevahengiya Şîeyan li hev neke, roja Çarşemiya derbasbûyî Parlimana Iraqê bo cara sêyem bi armanca bijartina serokkomarê vî welatî civînek saz kir, lê hejmara nûneran negihîşte asta qanûnî û ev civîn careke din tûşî şikestê bû.

 

Serepeyv