Nîsan 16, 2022 09:06 Asia/Tehran
  • Baregeha Heşda Şeibiyê kete ber êrîşa bi dronan

Çavkaniyên xwecihî qala bihîstina dengê teqînê ji ber êrîşa dronên nenas li ser baregeha Heşda Şeibiya Iraqê li navçeya Zimarê ya parêzgeha Hewlêrê kir.

Kanala Telegramê ya Saberin Newsê bi weşandina vê nûçeyê ragihand ku dronên nenas hin niqteyên hêzên hevpar li navçeya Zimarê dan ber êrîşê.

Tê gotin hevdem di gel bombebarana niqteyeke ewlehiyê, balefireke K2C ya Amerîkayê li vê navçeyê hebû.

Li gorî raporên piştrastnekirî, di encama vê êrîşê da fermandarek û leşkerek birîndar bûne.

Ev di halekî da ye ku saetek piştî vê êrîşê, dengê teqîna duyem li binkeya Semûdê li navçeya Zimarê jî hat bihîstin.

Tevgera Nucebayê qala êrîşa nû li ser baregehên Heşda Şeibiyê li gundên parêzgeha Neynewayê kir.

 

Serepeyv