Nîsan 15, 2022 15:42 Asia/Tehran
  • Nûnerê kurdên êzidî li parlimana Iraqê rexne li siyasetên Bexdayê derheqê awareyên êzidî girt

Nûnerekî kurdên êzidî li parlimana Iraqê rexne li siyaseta dewleta federal di warê dosyeya awareyên êzidî li vî welatî girt.

Li gorî rapora Kurd Pressê, Şerîf Silêman di gotûbêja di gel ajansa Melûmeyê da bi gotina vêya ku erka mirovdostane vê yekê pêwîst dike ku serokên sê saziyên Iraqê erkên xwe derheqê awareyên êzidî li şengal û navçeyên din cih bînin, got: Zêde ji 15 kampên awareyan li Dihokê û Herêma Kurdistanê hene ku niştecihên wan ji ber sersarî û sistiya dewleta Iraqê renc dikişînin.

Silêman her wiha got: Siyaseta dewleta federal di dosyeya awareyan da têk çûye, ji ber ku Bexda erka xwe ji bo alîkariya bo awareyan cih nayîne û Wezareta Koçberiyê ya Iraqê jî tu karekî ji bo kêmkirina pirsgirêkên awareyan nake.

Hêjayî gotinê ye ku  Nayîf Xelef Seydo serokê Fraksiyona êzidiyan li parlimana Iraqê pêştir ji ber cihneanîna sozên xwe derbarê vegeriyana êzidiyan bo cih û warên xwe û bifermînasnekirina mafên wan, rexne li Bexdayê girtibû.

 

Serepeyv