Nîsan 14, 2022 22:29 Asia/Tehran
  • Li Iraqê 5 endamên tekfîrî yên DAIŞê hatin girtin

Hêzên ewlekariya Îraqî 5 endamên tekfîrî yên DAIŞê di operasyonên cuda de li du parêzgehan nas kirin û girtin.

Li gor nûçeya Firat Newsê; Hêzên artêşa Îraqî du operasyonên cuda yên hevdem li parêzgehên Selahedîn û Nînewayê (bakurê Iraqê) roja Pêncşemê pêk anîn.

Di vê derbarê de çavkaniyên ewlekarî yên li Îraqê eşkere kirin ku hêzên ewlekarî yên Îraqê karîne 5 endamên tekfîrî yên DAIŞê li parêzgehên Selahedîn û Nînewayê nas bikin û binçav bikin. Tê gotin ku ev 5 terorîst eva mideheke dirêje ku li ber şopandin û teqîbatê ne.

Çavkaniyên medyayî îro danê sibê belav kirin ku hêzên Heşda Şeibî ya Iraqê êrişeke terorîstên DAIŞê li başûrê rojavayê Kerkûkê li bakurê vî welatî pûç kirin.

Hêzên artêşa Iraqê li gel hêzên Heşda Şeibî bi armanca jinavbirina bermahiyên koma têrorîst a DAIŞ`ê li navçeyên cuda yên Iraqê, operasyonên dijî terorîstan pêk tînin.

Serepeyv