Ji ber barîna axê li Iraq, geştên esmanî yên balefirgeha Bexdayê hatin ragirtin
Nîsan 13, 2022 16:58 Asia/Tehran
Ji ber rabûna bablîsoka xwelî û tozê û barîna xweliyê hemû geştên esmanî yên balefirgeha navnetewî ya Bexdayê hatin ragirtin.
Duh 12.04.2022yê îdareya balefirgeha Bexdayê ragehand: Hemû geştên esmanî yên balefirgehê heta demekî nediyar hatine ragirtin.
Rêveberiya balefirgeha Bexdayê ragehand: Ragirtina geştên esmanî ji ber xirabiya rewşa hewayê û rabûna bablîsoka toz û xweliyê û zêdebûna xolbarînê ango barîna axê ye ku astengiyê di dîtinê de çêdike.
Çend roj in pêleke berfireh a barîna axê û rabûna bablîsoka tozê bajarên Iraq û Herêma Kurdistanê girtiye ber xwe.