Cîgirê serokê Parlimana Iraqê: Dadgeha federal pê dizane ku hikmê wê derbarê nefta Herêma Kurdistanê çewt e
Cîgirê duyem ê serokê Parlimana Iraqê destnîşan kir ku dadgeha federal a vî welatî dizane ku hikmê ku derbarê neqanûnîbûna çalakiyên neftê yên Herêma Kurdistanê daye, çewt e.
Li gorî rapora Kurd Pressê ji zarê NRTyê, Şaxevan Ebdullah nûnerê PDKyê û Cîgirê duyem ê serokê Parlimana Iraqê ragihand: Civînek navbera taximeke hikûmeta Herêma Kurdistanê û rayedarên dewleta navendî ya Iraqê derbarê qanûna neft û gazê û hikmê vê dawiyê yê dadgeha federal a Iraqê ku çalakiyên neftê yên Herêmê neqanûnî dizane, hat lidarxistin.
Cîgirê duyem ê serokê Parlimana Iraqê got: Dadgeha Federal pê dizane ku biryara wê derbarê nefta Herêma Kurdistanê çewt e û dewleta navendî ya vî welatî jî dizane ku bêyî hevahengiya di gel hikûmeta Herêmam Kurdistanê û bi tenê nikare warê neftê bi rê ve bibe û ji ber vê yekê aniha gotûbêj bi mebesta peydakirina rêkarekê ji bo rêvebirina mijara neftê didomin.
Wî her wiha got: Qanûna Bingehîn a Iraqê rê nade dewleta navendî ku bêyî beşdariya navçeyên neftzêm ên vî welatî, mijara neftê bi rê ve bibe û li gorî qanûna xwe ev navçe divê beşdarî rêvebirina karûbarên neftê bibin û niha jî rayedarên Hewlêr û Bexdayê ji bo tayînkirina mekanîzmeka rêveberiya hevpar a van navçeyan dişêwirin.