Terorîstên DAIŞê li parêzgeha Kerkûkê êrîşî gundê Ereb û Turkmenan kir
Nîsan 10, 2022 12:24 Asia/Tehran
Koma terorîst a DAIŞê êrîşî nahiyeya Reşad a ser bi parêzgeha Kerkûkê kir, 2 kes kuştin û 3 kes jî revandin.
Berpirsê Rêveberiya Polîsên Kerkûkê Kawa Xerîb ji Rûdawê re ragihand, terorîstên DAIŞê êrîşî gundê Dogişman a nahiyeya Reşadê kirine.
Kawa Xerîb diyar kir ku terorîstên DAIŞê 2 sivîl kuştin û 3 kes jî revandin.
Nifûsa gundê Dogişmanê ji Ereb û Turkmenan pêk tê.
Terorîstên DAIŞê 7ê Nîsanê jî ji ber tozbarînê bi hêsanî ketibûne gundê Tamûrê yê di navbera parêzgehên Kerkûk û Selahedînê de û 4 şivan û nezikî 300 pezî jî revandibûn.
Her çend 4 sal di ser derxistina DAIŞê ji bajaran re derbas dibin jî koma terorîst a DAIŞê, êrîşên xwe yên bi taybetî li gundewarên parêzgehên Kerkûk, Diyala, Mûsil, Selahedîn û Enbarê berdewam dike.