Nîsan 09, 2022 19:21 Asia/Tehran
  • Terorîstên DAIŞê li Enbarê êrîşî hêzên Îraqî kirin

Endamên koma têrorîst a DAIŞê li Enbarê êrişî hêzên artêşa Iraqê kirin û di encamê de 2 kes hatin kuştin û birîndarkirin.

Li gorî rapora IRNA`yê, li parêzgeha Enbarê di encama êrişa endamên koma terorîst a DAIŞ`ê ser hêzên artêşa Iraqê de leşkerek hate kuştin.

Li gorî agahiyan, di encama şer û pevçûnên navbera hêzên Iraqî û terorîstan de, leşkerekî din jî birîndar bûye; Çavkaniyên pizîşkî yên Iraqê ragihandine ku rewşa tendirustiya vî leşkerê Iraqê giran e.

Êvariya îro Înê, di encama teqîna bombeyeke vedayî de yek ji endamên Heşda Şeibî li parêzgeha El-Enbar a Iraqê hat kuştin û 2 jî birîndar bûn.

Artêşa Îraqî û hêzên Heşda Şeibî berdewam in li ser lêgerîn, paqijkirin û şopandina paşmahîyên DAIŞê li seranserê welat daku piştrast bin ku DAIŞ û endamên wê yên reviyayî dîsa dernekevin.

Serepeyv